Jerusalempost: Dewleta Kurdistanê dibe xelatek bo Rojhilata Navîn
Rojnameya Jerusalem post ya Îsraîlî di gotarekî de derbarê serxwebûna Kurdistanê de behsa vê yekê kiriye ku hefteya derbasbûyî Serokwezîrê Îsraîlê li gel 33 kongressmanên Amerîkî hevdîtinek pêk aniye û di vê hevdîtinê de bi eşkere ji wan re gotiye ku Îsraîl piştgîriya dewleta serbixwe ya Kurdistanê dike û lazime Amerîka jî piştgîriya dewleta serbixwe ya Kurdistanê bike jiber ku gelê Kurdistanê gelekî hêja û jêhatiye û li gel Îsraîlê jî hevdigre.
Rojnameya nav hatî li ser zarê Cîgirê Serokwezîrê Îsraîlê dibêje ku em ne li gel Amerîkayêne ku dibêje em piştgîriya dewleta serbixwe ya Kurdistanê nakin jiber ku di demekî de ku Kurd karîne terorîstên DIŞIê bişkînin û li dijî DIŞIê biserbikevin, ew dem ne dema vê çendêye ku dijatiya dewleta serbixwe ya Kurdistanê bikin jiber ku dewleta serbixwe ya Kurdistanê xelateke girînge bo Rojhilata Navîn.
