Konslê Giştî yê Filestînê li Hewlêr:Gelê Kurd mafê xwe heye biryarê li ser çarenivîsa xwe bide
Konsilê Giştî yê Filestînê li Herêma Kurdistanê Nezmî Qedûrî di merasîma ragehandina rêxistina (KDDO) derbarê referandoma serxwebûna Kurdistanê ji BasNewsê re ragehand ku, Gelê Kurd mafê xwe heye biryarê li ser çarenivîsa xwe bide.
Got jî ku, pêwendiyên gelê Kurd û Filestînê dîrokî ne bê guman ew pêwendî dê berdewam bin û em kêfxweşin ku, alaya Filestînê li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê bilinde.
Herwiha konsilê Filestînêê da zanîn ku, eger gelê Kurd dengê belê bide û rêya serxwebûnê hilbijêre dive em jî weke Filestîn rêzê ji biryra wan re bigirin, ji ber ku, ji mafê gelê Kurd biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Basnews
