Medya ên Tirkiyê: Tehran nikarî Enqere lidor dijatiya Referandomê razî bike
Malperê T20 belavkir ku piştî 37 salan, supasalarê Îranê li ser bangewazeka fermî seredana Tirkiyê kir û piştî kombûna di gel supasalarê Tirkiyê û wezîrê navxwe û şîretkarê Mîtê nikarî Enqere razî bike ku herdu alî bi eşkera ragihandinekê belav biken û rastewxwe dijatîya xwe ji bo Referandomê rabgehînin.
Heman jêder belavkir ku supasalarê Îranê got berpirsên Tirkiyê jibilî dijatîyê dê gefa bikaranîna hêzê jî li Herêmê biken, lê hikumeta Tirkiyê razî nebû û retkir tiştek wiha bike û bi Îranê re got renge bivê yekê rewş berovajî bibe û zêdetir di berjewendîya hikumeta Herêmê dabe.
Rojnameya Cimhuryet a Tirkî belavkir raya giştî a Tirkiyê di gel rawestana hikumetê nîne dijî Referandoma Herêmê û hikumeta Tirkiyê jî, bi rûnî ji Îranê re got , her dema herdu welat bi hevra li dijî Referandoma Herêmê rawestin, dê bibe sedemê dilgranbûna raya giştî a Tirkiyê ji hikumetê, lew ew vê gavê nahavên.
Waar.tv
