Îran ava Kurdistastanê vediguheze bajarên din
Ji sedî 60ê ava vexwarinê ya navenda bajarê Tebrîzê û ji sedî 40î 6 bajarên din ên vê parêzgehê, ji parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê tê dabînkirin.
Çavkaniya vê avê rûbarê Cexetû ye ku li Çiyayê Çilçemê ya navçeya Seqiz û Dîwandere derdikeve. Ev rûbar di dawiyê de dirije Gola Urmiyê. Lê ji ber veguhestina vê avê ji bo bajarên din ên Îranê, yek ji çavkaniya Gola Urmiyê, zuha dibe.
Projeya veguhestina ava Rojhilatê Kurdistanê bo Tebrîzê, di sala 1989ê de dest pê kir. Di qonaxa yekemîn a projeyê di sala 1999ê de bidawî bû. Di çend salên derbasbûyî de, di çarçoveya qonaxa duyemîn de xeta boriya avê ji Bokanê ber bi Tebrîzê hatibû danîn. Lê ji ber hişkbûna Gola Urmiyê, di sala 2015ê de ev proje hatibû sekinandin.
Niha careke din ev proje tê cîbicîkirin. Ev yek jî bûye sedema nerazîbûna parlamenterên kurd ên bajarên Miyandawa û Tîkabê.
Parlamenter Humayûn Haşimî di rûniştina parlamentoyê de ev proje rexne kir û da zanîn, ku cîbicîkirina vê projeyê bûye sedema nîgeraniyan.
Humayûn Haşîmî got: “Urmiye bi xwe bi pirsgirêka avê re rûbirû ye. li bajrên vê parêzgehê jî krîza avê heye.”
Qaymiqamê Bokanê Cemal Xusrewî jî derbarê bikaranîna avê de hişyarî da hemwelatiyan û balkişandde ser egera derketina krîza avê.
Mijara veguhestina avê bandorê li çandiniya herêmê jî dike.
Rudaw
