• Friday, 20 February 2026
logo

Şêx Cehfer Şêx Mistefa: Pêwîste li Xaniqîn hêza Pêşmerge zêdetir bê bicîh kirin!

Gulan Media August 18, 2017 Nûçe
Şêx Cehfer Şêx Mistefa: Pêwîste li Xaniqîn hêza Pêşmerge zêdetir bê bicîh kirin!
Berpirsê baskê 15ê yê Xaniqînê yê PDKê amaje bi vê yekê dike ku li gelek cîha valayî ya ewlehiyê heye, ji ber wê jî pêwîste hêzên Pêşmerge li deverê bên zêdekirin.

Berpirsê baskê 15ê yê Xaniqînê yê PDKê Şêx Cehfer Şêx Mistefa ji BasNewsê re ragehand: ‘’Nêzîk 700 çekdarên DAIŞê bo pêkanîna kiryarên terorîstî hatine sînorê me û belav bûne û bi awayê grub kiryarên terorîstî pêktînin, di heyama borî de jî gelek bûyer û kiryarên terorîstî pêkanîne.’’

Herwaha got: ‘’Hindek ereb jî alîkariya wan dikin, beşek ji wan di pevçûnên li gel Pêşmerge de hatin kuştin. Lê li vî sînorî valayiyeke ewlehiyê heye, pêwîste bi hêza Pêşmerge ya zêdetir ve ew valayî bê dagirtin û hêza Pêşmerge ya zêde rêkin wî sînorî, ku ew valayiya ewlehiyê nemîne û bi taybet jî di navbera Qeretepe û Xaniqîn de.’’

Basnews
Top