• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Îrfan Abdulezîz kir

Gulan Media August 18, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Îrfan Abdulezîz kir
Roja pênçşem 17.08.2017 li Selaheddînê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mamosta Îrfan Elî Abdulezîz Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamiya Kurdistanê kir.



Li hevdîtinê de mamosta Îrfan Elî Abdulezîz tekez li ser hevhelwesta Tevgera Îslamiya Kurdistanê kir li palpiştîkirina referandûmê û bi biryarekî niştîmanî û dîrokî li qelem da û amadehiya xwe û partiya xwe ji bo serxistina proseya referandûmê nîşan da.



Li beşekî dinê civînê de rewşa siyasiya navxweyî û pêşhatên siyasiyên herêmî guftûgokirin.



Serok Barzanî behsa biryara 7ê hezîranê ya aliyên siyasiyên Kurdistanê kir û biryardan li diyarkirina roja 25ê eylula 2017 ya ji bo encamdana referandûmê bi helwestekî dîrokî û niştîmanî wesif kir û tekez li ser wê yekê kir ku referandûm û serbixweyî ji bo rêgirtine li xwînrêhtin û dûbare nebûna karesatane.



Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî eve jî xisterû, Herêma Kurdistanê faktera aramiyê bûye ji bo navçeyê û li piştî referandûm û serbixweyî yê bi heman awayî dibê fakterekî bihêz ya ji bo parastina aramiyê li navçeyê da.



Serok Barzanî tekez li ser eve jî kir, paşarojeke geş li benda xelkê Kurdistanê ye, ji ber ku rewşa Kurdistanê û herêmayetî û navdewletî wekî qonaxên ne derbasbûyî ye û dûpatkir, gelê Kurdistanê bi îradeya bi hêz ve doza rewaya xwe berev pêşve dibe.



Top