• Friday, 20 February 2026
logo

Emîndarê Yekgirtûyê: Kontirolkirina rewşa siyasî a Herêmê gelek bi zehmete

Gulan Media August 17, 2017 Nûçe
Emîndarê Yekgirtûyê: Kontirolkirina rewşa siyasî a Herêmê gelek bi zehmete
Emîndarê giştî ê Yekgirtûya Îslamî ragihand; Herêma Kurdistanê tûşî rewşeka sîyasî bûye ku kontirolkirina wê gelek bi zehmete.
Di korekê hizbî de Selahedîn Bihaedîn emîndarê Yekgirtûyê got: Piştî alozî ên sîyasî ên dinavbera PDKê û Goranê de û borîna demekê dirêj li ser çarenekmirina kîşeyan, niha bê bawerî û rewşeka weha dirustibû ku renge kontirolkirin û çarekirina rewşê geleka bi zehmet be.
Da zanîn jî: Bizavên Yekgirtûyê berdewamin daku rewş zêdetir aloz nebe û rêyek ji bo çareyê bê dîtin, lê ta niha ti pêşveçûneka baş ji bo çarekirina hemû kêşeyan nîne û renge ta Referandom jî bê kirin, kêşe ên navxwe her berdewambin.

Waar.tv
Top