• Friday, 20 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Sektora perwerdê ya Kurdistanê ji Iraqê bileztir pêşdikeve

Gulan Media August 17, 2017 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Sektora perwerdê ya Kurdistanê ji Iraqê bileztir pêşdikeve
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ragehand, herçend Bexdayê budceya Kurdistanê birî be jî û bixwe budceyek mezin jî bo sektora perwerdê xerc jî kiribin, lê sektora perwerdeya Kurdistanê bileztir pêşdikeve.

Îro 17.08.2017ê serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferansa perwerdê de destxweşî li rêxitina UNİCEF kir û hewldanên wan ên amadekariya lêkolînan pîroz kir û hêvî û bendewariyên xwe yên derbarê vê konferansê de anîn ziman û got: ‘’Pêkanîna vê konferansê bibe sedemê pêngavên lez bo çareserkirina pirsgirêkên perwerdê.’’

Herwaha got, hikûmeta herêma Kurdistanê giringiyek mezin dide sektora perwerdê, Bexdayê budceya herêma Kurdistanê qutkir, lê piştî birîna budceyê jî ‘’Sektora perwerdê wek hemû sektorên din ket bin bandora wê rewşa xirab a Kurdistanê û budce û piştevaniya darayî li sektora perwerdê re jî pir hate kêmkirin.’’

Nêçîrvan Barzanî ragehand: ‘’Herçend Bexda budceyek zêde bo sektora perwerdê dabîn dike jî, lê sektora perwerdê li herêma Kurdistanê bileztir pêşdikeve. Bilindbûna rêjeya derçûn ango mezûniyetan îsal wek nimûneyekê ye.’’

Nêçîrvan Barzanî got, hikûmet kar li ser vê yekê dike û xwandina pîşeyî li hemû aliyan de giringiyek zêdetir jê re tê dayîn, ku ‘’em bikarin piştaxwe ji jêhatîbûna xwe ya pîşeyî ve girêbidin.’’ Û got: ‘’Wezareta perwerdê ji bo vê armancê pêngavên cidî davêje û ji wî alî ve plan û bernameyên zanistî hene. Ku xwendin pîşeyî zêdebûnê bibîne û kesên bawerînameya wê beşê de xwandine, bibin endamên aktîf ku paşerojek baş bo xwe û malbata xwe dabîn bikin.’’

Dawiyê de jî daxwaz ji wezareta perwerdê kir, di merasîmekê de wan kesan ji xelkê re binasînin ku bo ava kirin û temam kirina dibistanan alîkariya wezareta perwerdê kirine û got: ‘’Ez bixwe jî dixwazim beşdarî li wê merasîmê bikim.’’

Basnews
Top