• Friday, 20 February 2026
logo

Civata qezaya Xaneqînê jî bi piraniya dengan biryareke gelek girîng der kir

Gulan Media August 17, 2017 Nûçe
Civata qezaya Xaneqînê jî bi piraniya dengan biryareke gelek girîng der kir
Civata qezaya Xaneqînê bi amadebûna hemû endamên civatê civiya û biryar da li gel rêbeberiya Germiyanê beşdarî referandûma Herêma Kurdistanê bibin. Encûmenê daxwaz kir ku li navçeya wan sindoqên dengdanê werin danîn.
Serokê civata Qezaya Xaneqînê Semîr Nûr Mihemed ragihand ku, "Îro Encûmena Xaneqînê, ku nûnertiya pêhateyên qezayê dike, civîneke awarte saz kir. Di civînê de biryar hate dayîn ku qezaya Xaneqînê jî beşdarî referandûma 25ê Îlonê ya ji bo serxwebûna Kurdistanê bibe. Hevdem bingehên dengdanê jî li Xaneqîn û derdora wê werin danîn."
Semîr Nûr Mihemed herwiha got: "Ev daxwaza me ne ya îro ye. Me di sala 2006ê de daxwaz kir ku Xaneqîn vegere ser Herêma Kurdistanê. Herwiha di nivîsîna jimare 131 a Encûmena Qezaya Xaneqînê ya 21ê Tebaxa 2006ê de me bi awayekî yasayî daxwaz kiriye, ku Xaneqîn vegere ser Herêma Kurdistanê."
Serokê Encûmena Qezaya Xanewînê da zanîn, ku wan nivîsîna xwe bi fermî pêşkeşî hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlamentoya Iraqê û Parêzgariya Diyala kiriye û got: "Lê paşî mijara madeya 140 hate pêş û ev mijar hate paşxistin."
Nûr Mihemed got: "Mafê me ye daxwaz bikin li gel Herêma Kurdistanê beşdarî referandûmê bibin. Çimkî Xaneqîn navçeyekî Kurdistanî ye. Emê vê daxwaza xwe pêşkeşî Serokatiya Herêma Kurdistanê û aliyên pêwendîdar bikin da ku daxwaza gelê Xaneqinê pêk were."

Top