Tevî nakokiyên li ser referandumê, Tirkiye û Kurdistan pêwendiyên xwe pêş dixin
Li aliyekî bertek û nerazîbûnên Hikumeta Tirkiyê li hember giştpirsiya Başurê Kurdistanê berdewam in. Li aliyê din danûstanên wê li gel şandên Herêma Kurdistanê hene.Herî dawî Wezîrê Plandanana Herêma Kurdistanê tevî şandekê ku ji nûnerên Wezareta Bazirganî û Berpirsên Fermengeha Peywendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê pêkhatiye, serdana Tirkiyê kirin.
Wezîrê Plandanana Herêma Kurdistanê Elî Sindî û şanda pê re, li Enqerê li gel Wezîrê Aboriya Tirkiyê Nîhat Zeybekçî civiya. Piştî civînê biryar hate dan, ku hem deriyê Îbrahîm Xelîl, hem jî deriyê sînorî yê Serzêrê ku dikeve ser sînorê Navçeya Çelê û deriyê Rûbarokê ku ew jî dikeve ser sînorê Navçeya Şemzînanê, werin çalaktirkirin.
Wezîrê Plandanan Herêma Kurdistanê, Dr. Elî Sindî li ser serdana xwe ya bo Tirkiyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ji Rûdawê re axivî û got: “Weke Wezareta Bazirganî û Darayî û Wezareta Palandananê, me civînek hebû li gel Wezîrê Aboriya hikumeta Tirkiyê birêz Nîhat Zeybekçî û şandeke li gel. Gotûbêjên me li ser babetên cuda cuda bûn. Yek ji wan babetan; mijara me ya sereke meseleyên ticarî û bazirganî bûn.”
Elî Sindî, behsa wê yekê jî kir ku biryara giştipirsiyê heta niha çi bandoreke xirap li ser peywendiyên bazirganî yên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê nekiriye û tekez kir, ew hewl didin ku deriyên sînorî yên li gel Tirkiyê çalaktir bikin.
Sindî got: “Di derbarê dergehên bazirganî yên gel Herêma Kurdistanê ji bilî dergehê Îbrahîm Xelîl ku niha pireke nû hatiye çêkirin. Îhtîmal e ku di meha 9 de were vekirin. Ev jî dê bibe alîkar ku gellek meseleyên fenî (teknîkî) werin çareserkirin.”
Nûnerê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Enqerê, Omer Mîranî jî derbarê serdana wê şanda Kurdistanê bo Tirkiyê, vê serdanê di demeke wiha de gellek giring dibîne û ji Rûdawê re dibêje: “Em bawer nakin ku deriyên sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de çi caran bên girtin.”
Nûnerê PDKê li Tirkiyê, Omer Mîranî: “Tirkiye dewleteke bi sazîbûyî (muesesatî) û qanûnî ye. di demên ku peywendiyên me bi Tirkiyê re di astên nizim de jî bûne, heta niha çi rojekê jî Tirkiyê behsa girtina dergehî nekiriye.”
Şanda Herêma Kurdistanê li Enqere bi Wezîrê Aboriya Tirkiyê Nihat Zeybekçî re civiya û dûre jî bo çend hevdîtinan derbasî bajarê Gebzeyê bû.
Rudaw
