• Friday, 20 February 2026
logo

Nivîskerk Îsraîlî: Pêwîste Televîv peywendîyan di gel dewleta Kurdistanê dirust bike

Gulan Media August 17, 2017 Nûçe
Nivîskerk Îsraîlî: Pêwîste Televîv peywendîyan di gel dewleta Kurdistanê dirust bike
Nivîskerk nêzîk ji serokwezîrên Îsraîlê daxwaz kir peywendî ên welatê wî di gel Kurdistanê bên dirustikirin û dupat kir; Peywendî ên dewleta Kurdistanê û Îsraîlê giringîyeka mezin heye û dê bibin hevpeyman.
Arêl Poliştayn Nivîskerê rojnameya Îsraîla îro ê nêzîkî Binyamên Netenyaho serokwezîrên Îsraîlê ragihand; Her dema dewleta Kurdistanê hat ragihandin dê bibe hevpeymaneka bihêz di gel Îsraîlê.
Polîştayn ku heman dem de parêzere û di binyat da Cihû Rûsyaye, peywendîya di navbera Kurdistanê û Îsraîlê da bi giring dibîne û dupat kir; Îsraîl dirustibûna dewleta Kurdistanê bi pêwîstî dizane.
Got jî: Bêbehirkirina Kurdan ji dewleta serbixwe zolmeka mezine, ji berku gelê Kurd nehametî ên mezin ji rijêmên yek li dûv yekên deverê dîtin lê bizavên jinavbirina Kurdan serkeftî nebûn.
Li gorî gotina Poliştayn:Dewleta Kurdistanê dê rolekê giring li Rojhelata Navîn hebe, ew yek jî di berjewnidîya Îsraîlê deye, pêwîste Televîv jî delîva dirustkirina peywendî ên xwe di gel dewleta Kurdistanê ji dest nede.

Waar.tv
Top