Hewlên nûjenkirin û sazmandehî kirina wezareta pêşmerge berdewam dikin
Îro li bajarê Hewlêrê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer li gel tîma şêwirmendên amerîkî, brîtanî û almanî civiya.
Li gorî daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya Wezareta Pêşmerge, di civînê de behsa çaksaziyên nav Wezareta Pêşmerge û projeya hevpeymanan a ji bo birêxistinkirina wezaretê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: Di civînê de, li ser rêveçûna pêvajoya çaksaziyan, xalên sereke û karên pratîkî ya tîman bi hûrgûliyan ve hatiye guftûgokirin. Herwiha behsa girift û astengiyan hate kirin û nexşerê ji bo wan hate dariştin.”
Derbarê nûçeyên ku behsa birîna hevkariya Amerîkayê ya ji bo pêşmerge, Sekreteriya Giştî ya Wezareta Pêşmerge ragihand: “Em ji li vir hemû aliyan agahdar dikin, ku ti navendekî desthilata Amerîkayê bi rêya ti kanaleke fermî yan ne fermî, Wezareta Pêşmerge re negotiye ku ew dê hevkariyên xwe bibirin.”
