• Friday, 20 February 2026
logo

PDK: Em li benda bersiva Gorranê ne

Gulan Media August 17, 2017 Nûçe
PDK: Em li benda bersiva Gorranê ne
Berpirsekî Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) dibêje, PDKê bi fermî daxwaz ji Gorranê kiriye pê re hevdîtin bike divê Gorran jî bi fermî bersiva PDKê bide.

Endamê serkirdetiya PDKê Necet Hesen ji BasNewsê re got, ev demek e me bi fermî daxwaza hevdîtinê bi Gorranê re kiriye lê heta niha Gorran tiştek negotiye.

Necat Hesen her wiha got, PDKê gelekî nermî nîşan daye li hember Gorran û aktîfkirina parlamentoya Kurdistanê. Niha top li meydana Gorranê divê ew bi fermî bersiva me bidin.

Wî endamê serkirdetiya PDKê anî ziman ku ewê li benda Gorranê bimînin û got, lê heta Gorran bi fermî bersiva me nede em ti hevdîtinekî bi Gorranê re nakin.

Çend roj berê rêveberiya Gorranê rizamendî nîşan da bi PDKê re hevdîtin bike lê heta niha nayê zanîn çima ev hevdîtin pêk nayê.

Basnews
Top