• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî: Pêşerojek geş li benda gelê Kurdistanê ye!

Gulan Media August 17, 2017 Nûçe
Barzanî: Pêşerojek geş li benda gelê Kurdistanê ye!
Serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragehand, pêşerojeke geş li benda gelê Kurdistanê ye.

Li gor daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê ku wêneyek ji BasNewsê re hatiye rêkirin, îro 17.08.2017ê li Selahedîn serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel rêberê giştî yê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Îrfa Elî Ebdulezîz civiya.

Di civînê de Mesûd Barzanî ragehand, referandûma serxwebûna Kurdistanê bo rê ji xwîn rêjandinê girtinê ye û rê li dubarebûna karesatên li ser gelê Kurdistanê girtine.

Herwaha di civînê de serokê herêma Kurdistanê amaje bi vê yekê jî kir, ku biryara pêkanîna referandûma serxwebûna helwêsteke dîrokî û niştimanî û ya partiyên Kurdistanê ye û Kurdistan çawa wek di dema borî de seqamgîr bûye, piştî serxwebûnê jî di heman awayî dê bibe faktorek bihêz bo parastina seqamgiriya navçeyê.

Herwaha Mesûd Barzanî ragehand, gelê Kurdistanê bi îradeyek bihêz ve doza xwe ya rewa dê bibe pêş û naha rewşa Kurdistanê û navçeyê wek qonaxên berê nîne, herwaha pêşerojeke geş li benda gelê Kurdistanê ye.’’

Li gor daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê Îrfan Elî Ebdulezîz jî piştevaniya xwe û partiya xwe bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragehandiye û biryara pêkanîna referandûmê jî wek biryarek niştimanî û dîrokî pênase kiriye.

Rudaw
Top