• Friday, 20 February 2026
logo

Balyozê Îranê li Iraqê: Hewlêr û Bexda bigihin çi encamê, em piştevan dibin

Gulan Media August 16, 2017 Nûçe
Balyozê Îranê li Iraqê: Hewlêr û Bexda bigihin çi encamê, em piştevan dibin
Piştî civîna şanda Bilind a Herêma Kurdistanê ligel Balyozê Îranê li Iraqê, Îrec Mescidî ragihand, Hewlêr û Bexda li ser çi li hev bikin, ew piştevaniyê lê dikin.

Endamê şanda Herêma Kurdistanê Dr. Roj Nûrî Şaweys ragihand, ligel hemû aliyan li Bexdayê dicivin û wan dilniya dikin. Hevdem jî daxwaz ji hemû aliyan kir ku bi erênî li referandûmê binêrin, ji ber ku di dahatûyê de ew referandûm dibe sedema nêzîkbûna zêdetir.

Balyozê Îranê li Bexdayê Îrec Mescidî jî ragihand, wan daxwaz kiriye kiriye ku guftûgo û civînan ligel Bexdayê bikin û her encamên rêkeftina di navbera Bexda û Hewlêrê çi bin, ew piştgîriyê lê dikin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragihand, biryar e piştre şanda Herêma Kurdistanê ligel Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm û Serokê Tevger Hîkmeya Niştimanî Emar Hekîm bicive. Sibe jî ligel Cîgirê Serokê Komara Iraqê Nûrî Malîkî dicive.

Duh êvarê şanda Encûmena Bilind a Referandûmê gihêşte Bexdayê, bo pirsa referandûmê ligel berpirsên hikûmeta û aliyên Iraqê gotûbêj bikin.

K24
Top