Kurdên Feylî piştgirî dan referanduma serxwebûnê
Îro sêşembiyê 15ê Tebaxa 2017ê, Kurdên Feylî bi daxuyaniyekê helwesta xwe li ser referanduma Herêma Kurdistanê aşkere kirin.
Di konfranseke rojnamevaniyê de li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, Elî Hisên bi nûneratiya Kurdên Feylî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê daxuyanî xwand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ew dengên ku li dijî Kurd in û dijatiya mafên kurdan dikin, xuya ne.
Elî Hisên da xuyakirin, ku ew weke Kurdên Feylî derdên kurdbûnê dizanin û tekez kirin, ku ew pêşengê wan kes û aliyan in, ku helwest û nêrîna wan heye û ji ber wê jî divê nêrîna wan jî bihê wergirtin.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekî jî hatiye kirin, ku îro baştirîn derfet bo cîbicîkirina maf û daxwaziyên gelê Kurdistanê ye û tê gotin: “Îro em nêzîktirîn bocîbicîkirina hez û hêviyên enfalkiriyan, cenosîdkiriyan û zulmlêkiriyan.”
Elî Hisên diyar kir, ku desthilata siyasî ya Iraqê li gel wekheviyê xerîb e û yeksaniya navbera pêkhateyan nas nake.
Elî Hisên herwiha li ser navê Kurdên Feylî destnîşan kir: “Em Hikûmeta Iraqê piştrast dikin, ku Kurd ji bo avakirian dewleta xwe ti dewletekê narûxînin.
Rudaw
