• Friday, 20 February 2026
logo

Kemal Kerkûkî:Heşda Şebî ne guh li Hewlêr dike û ne jî li Bexda

Gulan Media August 16, 2017 Nûçe
Kemal Kerkûkî:Heşda Şebî ne guh li Hewlêr dike û ne jî li Bexda
Berpirsê mihwerê rojavayê Kerkûk ê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragehand ku, Heşda Şeibî ne guh li hikumeta navendî dike û ne jî li Herêma Kurdistanê, aşkere kir ku, Heşda Şeibî rahênanê bi zarokan dike.

Berpirsê mihwerê rojavayê Kerkûk ê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Kemal Kerkûkî ji BasNewsê re ragehand ku, dezgehên asayîşê û hêzên pêşmere parastina xelkê Kerkûkê li himberî wan pilanên Heşda Şeibî ku, bi niyete li Kerkûkê cîbecî bike.

Herwiha Kemal Kerkûkî da zanîn ku, Heşda Şeibî guh ne li hikumeta navendî dike û ne jî li Herêma Kurdistanê ji ber ew fermana xwe ji aliyeke din werdigrin.

Derbarê wa zanyariyên li dezgehên ragehandinê belavbûne û behsa wê yekê dikin ku, Heşda Şeibî rahênanê û perwerdê bi zarokênn kêmî 18 salî dike û amadeyên şer dike Kemal Kerkûkî got ku, di nav wan zarokan de 10 salî hene û wan perwerdedikin, tekez kir ku, eger em baş xwe rêkxistin Heşda Şeibî nikare bibe metirsiyek li ser navçeyê.

Basnews
Top