• Friday, 20 February 2026
logo

Şanda Kurdistanê li Bexdayê: Me paşxistina referandumê red kir

Gulan Media August 16, 2017 Nûçe
Şanda Kurdistanê li Bexdayê: Me paşxistina referandumê red kir
Serokê Şanda Kurdistanê bo danûstandina derbarê referanduma Herêma Kurdistanê li gel rayedarên Bexdayê de, Roj Nûrî Şawêys ji Rûdawê re got: “Em li ser paşxistina referandumê razî nebûn.”

Roj Nûrî Şawêys, êvariya îro di konfranseke rojnamevanî de li Bexdayê behsa serdana şanda Kurdistanê bo Bexdayê û encamên hevdîtinên wê şandê li gel Serokwezîrê Iraqê û balyozên çend welatan kir.

Roj Nûrî Şawêys diyar kir, ku nêrîna Heyder Ebadî ew bû, ku pirsgirêk werin çaresrkirin û amadeyiya xwe ji bo gotûbêjkirina arîşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê nîşan da.

Serokê Şanda Kurdistanê li Bexdayê herwiha got: “Me jî ji wan re got, ku bawerî bi sozên Bexdayê nayê kirin, niha jî divê referandum weke çareser were dîtin.”

Şawêys amaje bi wê yekê jî kir, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî daxwaz ji şanda Kurdistanê kir, ku referandum were paşxistin û destnîşan kir: “Em li hember paşxistina referandumê razî nebûn û me tekezî li ser yekparçeyiya xaka Iraqê jî nekiriye.”

Roj Nûrî Şawêys da zanîn, Hewlêr û Bexda di du xalan de gelek nêzîkî hev in. Şawêys got: “Ya yekem ev e ku gotûbêj tekane rêya çareseriyê ye û ya duyem jî ev e ku gotûbêj berdewam bin û her du alî jî ji bo gotûbêjê mercan nedanin.”

Derbarê civîna şanda Kurdistanê ya li gel balyozên welatan de jî, Roj Nûrî Şawêys diyar kir, ku balyozxaneyên Amerîka, Tirkiye û Îranê, serdana şanda Kurdistanê bi erênî dan hesibandin û got: “Me jî bi zelalî û aşkere nêrîna xwe ji balyozan re vegot.”

Rudaw
Top