• Friday, 20 February 2026
logo

Nîjadperestên Tirk bi 6 kesan dijayetiya xwe ya referendûmê diyarkirin

Gulan Media August 16, 2017 Nûçe
Nîjadperestên Tirk bi 6 kesan dijayetiya xwe ya referendûmê diyarkirin
Partiya nîjadperest – çepgîr a Tirk Vatan Partisi, konek 6 kesî vekir û dijayetiya xwe ya referendûma serxwebûna Kurdistanê diyarkir.

Di afîşa xwepêşandan a konî de, herweha dijayetiya Amerika tê kirin. Di afîşê de dinivîse: ”Referendûma Kurdistanê nayê pejirandin û Bînkeya Incirlîk bere ji Amerika re bê qedexe kirin”.

Li bakurê Kurdistanê û herweha ji alî Kurdên li Tirkiye piştgiriyek gelek xûrt ji referendûma serxwebûna Kurdistanê re tê nîşandan, vê yekê dilgiranî ligel nîjadperestên Tirkan peyda kiriye.

K24
Top