Almanya:Fişara aboriyê ya li ser Tirkiyê bandora xwe nîşan da
Îro, Sêşemê 15.07.2017 Wezîrê Derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel ji rojnameya Kolner Stadt-Anzeiger diyar kir ku fişara aboriyê ya bi ser Tirkiyê de bandora xwe nîşan dide.
Li ser girtin çalakvanê mafên mirovan Peter Steudtner û welatiyên din ên Almanyayê, Wezareta Derve ya Almanyayê di 20ê Tîrmehê de hişyariya xwe ya li ser geştiyariya Tirkiyeyê tund kiribû û herwiha li ser veberhênenan li Tirkiye hişyarî dabû şîrketên Almanyayê.
Gabriel bal kişande ser wê yekê, ku Tirkiye bi îdiaya "piştgirî didin terorê" 680 şîrketên Almanyayê xistibûn nav lîsteyekê û piştî hişyariyên Almanyayê, Tirkiye ew lîste paşve kişand û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihandibû ku "şîrketên Almanyayê bi şaşî xistine nav lîsteyê."
Herwiha Sigmar Gabriel aşkere kir, ku hişyariyên geştiyariyê arîşe derxistine holê û wiha pê de çû:
"Hişyariyan pêşî xebatkarên hotêl û xwaringehên ku piranî geştiyarên Almanyayê diçin wan deran, dilgran kirin. Tevî vê yekê divê em welatiyên xwe biparêzin. Em rê nadin Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, welatiyên Almanyayê zindan bike."
Basnews
