• Friday, 20 February 2026
logo

Melîke Mezan bo ciwanên Kurdistanê: Lawahiya li we dikim deng bidin serxwebûnê!

Gulan Media August 15, 2017 Nûçe
Melîke Mezan bo ciwanên Kurdistanê: Lawahiya li we dikim deng bidin serxwebûnê!
Jineke dostê gelê Kurdistanê ku berdewam piştevaniya Kurdistanê dike daxwaza rêgeznameya dewleta Kurdistanê dike.

Jina helbestvan û nivîskara gelê Emazîxî Melîke Mezan ku gelê wan jî bindest û axa wan dagirkiriye ji aliyê dewleta Mexrîbê ve, peyameke videoyî derbarê serxwebûna Kurdistanê di tora xwe ya civakî facebookê de belav kir.

Melîke Mezan referandoma serxwebûna Kurdistanê wek derfetek dîrokî dizane û dibêje ew derfet careke din dubare nabe û berê xwe da ciwan û hemwelatiyên Kurdistanê û daxwaz dike û dibêje: ‘’Ez daxwaz li we dikim û ez lawahiyan li we dikim deng bidin serxwebûna Kurdistanê ku Kurdistan serbixwe be.’’

Jina Emazîxî amaje bi vê yekê jî dike ku ew du hezar kîlometre li Kurdistanê dûre, lê pir ji gelê Kurd hezdike û dê bi serkeftina referandom û serxwebûna Kurdistanê jî keyfxweş bibe û got: ‘’piştî ava bûna dewleta Kurdistanê jî daxwaza rêgeznameya Kurdistanê dikim. ‘’

Melîke Mezan herwaha ragehandiye ku gelê Kurdistanê bo hemû cîhanê îspatkir, ku geleke aştî xwaze û lêdibore ango afû dike, li gel hemû kêmayî û ola jiyaneke aştiyane birêve dibe, ‘’Hêjayî hemû serkeftinekê ne û hûn taca serê mirovahiyê ne.’’

Basnews
Top