Şandê Herêmê dê di gel serokomar û Balyozê Amerîkayê kombibe
Li gorî zanyarî ên WAAR şanda civata bilind a Referandom a Herêmê ku duh êvarî gehşit Bexdayê î ro dê di gel her yek ji D. Fuad Hsên serokomarê Îraqê, Balyozê Amerîkayê li Bexdayê û ‘Emmar Hekîm Serokê Hevpeymanîya Nîştîmanîya Şî’î kom bibe.
Şanda Herêmê îro dê di gel serokomar û hizb û alîyên Îraqî kombibe û dê bi fermî dest bi danustandinên serxwebûna Kurdistanê bên kirin.
Li gorî zanyaryên WAAR şanda Herêmê dê berpirsên Îraqî haydar bike ku Herêma Kurdistanê li 25 Îlona îsal dê Referandoma serxwebûnê bike û ti vegeryan jî ji wê biryarê nînin.
Herwesa hemû binpêkarî ên hikumeta Îraqê li ser distûrî ku bi gotina serokê şandî pitrî 50 madde ên distûrî hatîn binpêkirin û bi awayê raporekê hatîn nivêsîn, dê himberî berpirsên Îraqî bê kirin.
Şandê bilindê civata bilind a Referandomê ji bo Bexdayê ji D. Roj Nûrî Şaweys, D. Fuad Hsên, Macîd Bazirgan, Romyo Hekarî, Mihemed Ehmed û Vîyan Dexîl pêktê.
Waar.tv
