• Friday, 20 February 2026
logo

Li Sierra Leone ax şimitî: 200 kes mirin

Gulan Media August 15, 2017 Nûçe
Li Sierra Leone ax şimitî: 200 kes mirin
Li walatê Afrîqa rojava Sierra Leone demeke dirêje ku bi barîna baranê ya tund re rû bi rûye û ji ber wê sedemê hezaz pêkhat û ax şimitî li gor agahiyên destpêkê herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarê nexwaşxana Connaufht Sinneh Kamara di daxuyaniya xwe ye li ser medyaya civakî de diyar kir li bajêr de ji ber lehî û baranê herî kêm 200 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Kamara diyar kir ku termên kesên ku jiyana xwe ji dest dane di morg û nexwaşxanê de cihnabin û bangewaziya alîkariya ambulansan kir.

Televezyona dewletê a Sierra Leone weşana xwe ya rûtîn di nivîde qut kir û agahî da malbatan. Herwaha hat ragehandin ji bo alîkariya xebatên lêgerîn û rizgar kirinê leşker ji bo wê herêmê hatine şandin.

Basnews
Top