• Friday, 20 February 2026
logo

Hevalê nêzîk yê Malikî, Şabender: Mayîna Kurdistanê ligel Iraqê bi sûda ti kesî nîne

Gulan Media August 15, 2017 Nûçe
Hevalê nêzîk yê Malikî, Şabender: Mayîna Kurdistanê ligel Iraqê bi sûda ti kesî nîne
Siyasetmedarê Iraqî Izet Şabender, ku kesekî nêzîkî serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ye jî, dibêje, serxwebûn û dewlet mafê kurdan e lê niha ne dema wê ye. Şabender her wiha dibêje, cihêbûna Kurdistanê ji Iraqê hem bo kurdan baş e hem jî bo Iraqê.

Siyasetmedarê Iraqî û parlamenterê berê yê Iraqê Izet Şabender li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê û helwesta Bexdayê li ser vê mijarê ji heftenameya Basê re peyiviye.

Izet Şabender diyar kiriye ku referandom û serxwebûn mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye lê divê serkirdetiya Kurdistanê ji xwe bipirsin ka niha wextê wê ye yan na û gotiye, li gorî min niha ne dema wê ye.

Şabender di bersiva vê pirsê de ku wê çaxê dema serxwebûna Kurdistanê kengê ye, jî gotiye, destnîşankirina dema munasib di destê serkirdetiya Kurdistanê de ye. Bo wê jî divê şert û mercên cîhanê, pêwendiyên xwe bi Bexdayê re û asta amadekariyan bidin ber çavên xwe. Divê vê yekê ji xwe pirsin ku gelo diyarkirina sînorên nû dê bi qelemê bibe yan jî bi xwînê!

Wî hevalê Nûrî Malikî daye xuyakirin ku divê serkirdeyên Kurdistanê, dema dewletê radigehînin, helwesta Tirkiye û Îranê jî bibînin û gotiye, Kurdistan ji aliyê du cîranên mîna Tirkiye û Îranê ve hatiye dorpêçkirin. Helwesta wan jî li hember doza kurd tê zanîn. Ji ber wê jî divê kurd hesabê wê yekê bikin, eger wisa nebe welatên han dikarin ziyanê li mafên kurdan bidin.

Li gorî wî siyasetmedarê Iraqî, Iraq ji ber cihêbûna Kurdistanê, zerer nake çimkî eger pêwendiyên Kurdistan û Bexdayê her wiha bimînin bo her du aliyan jî baş nabe. Helbet eger Kurdistan di nav sînorên Iraqê de bimîne ne bi sûda Iraqê ye ne jî bi sûda kurdan e lê mesele, çawaniya cihêbûnê ye.

Basnews
Top