Parlamenterê Brîtanya û dostê kurdan: Eger kurdan gotin “erê” divê helwesta Brîtanya were guhertin
Parlamenterê Brîtanî Henry Smith, ku cîgirê serokê koma pêwendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê (APPG) ye jî, li ser referandom û serxwebûna Başûrê Kurdistanê, pêwendiyên Kurdistan û Bîrtan û helwesta Brîtanya li ser serxwebûna Kurdistanê bersiva pirsên heftenameya Bas daye.
Bas: Hûn cîgirê serokê koma pêwendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê ne, armanca we ji pêkanîna wê komê çi ye?
H.Smith: Koma me, ku bi kurtî jê re dibêjin koma “APPG”, bo bihêzkirina pêwendiyên gel û hikûmeta Brîtanya bi Herêma Kurdistanê re hatiye avakirin. Ev 10 sal in me ev kom ava kiriye. Me heta niha gelek şand şandine Kurdistanê û me li ser wan serdanan raport amade kirine. Me gelek caran hikûmeta Brîtanya teşwîq kiriye ku pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêztir û berfirehtir bike. Destkefta me ya berçav di vî warî de ew bû ku şandeka bazirganî ya Brîtanya serdana Kurdistanê kir. Em hêvîdar in şerê DAIŞê xilas bibe û pêwendiyên bazirganî di navbera Kurdistan û Brîtanya de geştir bibin.
Karekî din yê koma me, pêşxistina sîstema vîze ye li Kurdistanê. Helbet pêwîst e em zêdetir hewl bidin di vî warî de. Me karî koma şofêrên bernameya bi navê “Top Gear” bişînin Kurdistanê, rastî eleqeyek mezin hat.
Destkefteka din ya koma APPG ew bû ku Brîtanya komkujiya Enfalê wek jenosîd nas bike û her sal jî bibîr bîne. Endamên koma me berdewam bi nûnertiya Herêma Kurdistanê li Brîtanya re di nav têkiliyê de ne. Em hêvîdar in têkiliyên me kûrtir bibin û Kurdistan bikeve ser nexşeya cîhanê.
Bas: Herêma Kurdistanê beşek e ji Rojhilata Navîn. Rewşa wê jî mîna ya Rojhilata Navîn hestiyar e. Ew pêşhat û tiştên ku vê gavê diqewimin zêdetir mîna serdema şerê cîhanî yê yekem in. Gelo ev nîşan wê yekê nîne ku divê sînor cardin bên kişandin?
H.Smith: Bi baweriya min, Kurdistana serbixwe dê hem qanûnmend be hem jî dadmend. Helbet ev girêdayî kurdan e divê ew bixwe biryar bidin û bo vê yekê bixebitin. Em wek koma APPG encamdana referandomê û hevdîtin bi Bexdayê re li ser serxwebûnê, baş dibînin.
Bas: Li Kurdistan û Rojhilata Navîn, gelek kes gunehê vê rewşa niha davêjin stûyê peymana Sykes-Picot, ku yek ji aliyên wê rêkeftinê Brîtanya bû. Gelo hûn wisa nabînin ku Brîtan wê demê zilmek mezin li gelên navçeyê kiriye?
H.Smith: Peymana Sykes-Picot li gorî dil û daxwaza welatên mezin hat îmzekirin, bi dilê xwe sînorên welatan kişandin. Ev rast e ku kurd bi zorê bi Iraqê ve hatiye zeliqandin, lewma kurdan gelek hewl dan otonomî yan jî federaliya xwe bi dest bînin lê nekarîn û gelek komkujî û jenosîd bi ser wan de hat. Kurd niha dixwazin pêwendiyên xwe bi Iraqê re ji nû de ava bikin, ew û Iraq bibin du cîranên baş. Ez vê yekê gelekî baş û di cih de dibînin çimkî hem bi xêra kurdan e hem jî bi xêra Iraqiyan.
Bas: Helwesta Brîtan li ser serxwebûna Kurdistanê çi ye?
H.Smith: Helwesta fermî ya Brîtanya li ser serxwebûna Kurdistanê ew e ku Brîtan dizane kurd çi dixwazin lê naxwaze Kurdistan ji Iraqê cihê bibe. Brîtanya her wiha ji referandoma serxwebûna Kurdistanê jî nîgeran e. Ev helwesta Brîtanya, normal e lê eger kurdan di referandoma Îlonê de dengê “erê” dan serxwebûnê wê çaxê divê wezîr û dîplomatên rewşa nû qebûl bikin. Divê kurd yekrêziya xwe bihêztir bikin û di nav xwe de reformên siyasî û aborî bikin, çi bo serxwebûnê çi jî bo vemana li gel Iraqê. Divê Herêma Kurdistanê di nehîştina radîkalîzmê de alîkariya deverên sunnî yên Iraqê bike. Daxwaznameyek li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê pêşkêşî parlamentoya Brîtanya hat kirin û ji aliyê gelek parlamenterên partiyên mezin yên Brîtanya ve hat piştevanîkirin.
Bas: Herêma Kurdistanê dixwaze referandomê bike ji bo serxwebûna xwe. Hûn çawa li vê yekê dinêrin?
H.:Smith Dema koma APPG hat avakirin gelek kesan nedizanîn ka Kurdistan li ku ye lê ji ber rol û navê Pêşmerge, Kurdistan îro li her derî tê naskirin. Pêşmerge hevpeymanekî serekî yê şerê faşîzmê ye. Ez çûm Kerkûkê û min bi çavên xwe dîtin ku Pêşmerge çawa şerê terorê dike. Hewandina ewqas koçber û penaberên Mûsilî û Sûrî ji aliyê Kurdistanê ve, karekî gelekî hêja ye û her kes bi îhtiram lê dinêre. Pêşketina Herêma Kurdistanê di warê enerjî û pêwendiyên wê bi Tirkiyê re jî dê bandorek mezin li ser paşeroja Kurdistanê bike.
Bas: Gelo niyeta we heye hûn vê mijarê li parlamentoya Brîtanya gotûbêj bikin?
H.Smith: Me berê ev kar kiriye. Serokê koma me roja 4 Tîrmeha îsal xist rojeva parlamentoyê û nîqaşek germ li ser hat kirin. Xwendekarên we dikarin bi rêya vê lînkê ji naveroka wê nîqaşê xeberdar bin: (http://hansard.parliament.uk/commons/4/7/2017/debates/70604F10-A130-4745-B97A-548EF33E8957/KurdistanRegionInIraq)
Li aliyekî din, em niha givaşê li hikûmeta Brîtanya dikin da ku pêşmergeyên birîndar derman bike. Yek ji parlamenterên me, ku aktorekî navdar yê sînemayê ye jî, daxwaz ji hikûmeta Brîtanya kiriye bo çêkirina fîlmekî li ser kurdan alîkarî bike da ku kurd bikarin bi rêya sînemayê jî xwe bidin nasîn. Xwendekarên me dikarin bi rêya vê lînkê, raportên ku şanda koma me li ser serdanên xwe bo Herêma Kurdistanê û Mûsilê amade kirine, bixwînin: http://www.appgkurdistan.org.uk/?p=511
Bas: Îsal li hinek welatên cîhanê referandom tê encamdan. Par jî li Skotlanda hat kirin, ti kes jî ji wan nexwastiye referandoma xwe paş bixin. Çima tenê ji kurdan dixwazin referandoma xwe paş bixin?
H.Smith: Welatên mezin ji wê yekê nîgeran in ku li deverên aloz yên mîna Kerkûkê, şer û pevçûn derkeve. Lê ez di wê baweriyê de me ku Herêma Kurdistanê micid dixebete da ku wê fikarê nehêle û ji wan re bêje ku dê bi rêya diyalogê bigihên serxwebûna xwe. Ew li ser kurdan maye ku çawa hemiyan razî bike û ji wan re bêje ku serxwebûna Kurdistanê dibe sebeba geşbûna demokrasî, aştî û aboriyê.
Bas: Brîtanya bi giştî rijd e li ser yekparçebûna Iraqê. Lê rastiya Iraqê nîşan daye ku gelên Iraqê nikarin li nav sînorên welatekî de bi awayekî aştiyane bi hev re bijîn. Ma ne wisa ye eger gelên Iraqê bi darê zorê li kêleka hev bên danîn, dê bibe sebeba berdewamiya şer û xwîndariyê?
H.Simth: Brîtanya jî mîna gelek welatên mezin rijd e li ser yekparçebûna Iraqê. Lê ez dîsa dibêjim ev helwesta Brîtanya, tiştekî sosret nîne, normal e. Koma APPG daxwazek pêşkêşî parlamentoya Brîtanya kiribû da ku piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike, piştî salekê Komîteya Karûbarên Derve ya parlamentoyê ew daxwazî pesend kir û ragihand ku eger serxwebûna Kurdistanê di şert û mercên munasib de were ragihandin, divê Brîtanya piştgirî bike.
Herêma Kurdistanê jî bi eşkere ragihandiye ku serxwebûna Kurdistanê dê bi diyalog û bi rêkên aştiyane be. Ez piştrast im ku dostên Kurdistan û Iraqê jî dê bo vê yekê hewl bidin. Kurd gelek caran dibêjin ku ji bilî çiya ti kes dostê kurdan nîne. Lê êdî dostên kurdan zêde bûne, koma APPG yek ji wan dostan e ku hemû şiyana xwe bo kurd û Kurdistanê bikar tîne. Çimkî kurdan gelek êş dîtine û qurbanî dane ji ber wê jî hêjayî alîkariya zêdetir in.
Basnews
