• Friday, 20 February 2026
logo

Bereya Tirkmenî: Me li dijî kurdan li gel aliyên din lihev kir

Gulan Media August 15, 2017 Nûçe
Bereya Tirkmenî: Me li dijî kurdan li gel aliyên din lihev kir
Berdevkê Bereya Tirkmenî Elî Mehdî got, ku ji ber reftara partiyên kurd baweriya tirkmenan bi wan nemaye û got: “Bi tevê vê yekê jî em amade ne guftugoyê bikin.”

Di dema beşdabûna bernameya “Guftûgoya Rojnamevanan” a Radypya Rûdawê de Berdevkê Bereya Tirkmenîş Elî Mehdî got: “Aliyên kurdî li ser erdê tirkmenan zêdetirî 10 hezar xanî axakirine. Vê yekê jî di navbera kurd û tirkmenan de derz çêkiriye. Me nedixwest tiştekî wiha çêbibe. Ji ber vê tirkmen ji aliyên kurdî dûr ketin û xwe nêzîkî aliyên din kirin û li dijî kurdan rekeftin. Ev xeletiya partiyên kurdî ye li Kerkûkê.”

Elî Mehdî diyar kir, ku di dema xwe de wan li gel Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî rêkeftin kirine, ew ne li dijî daxwazên gelê kurd in û wiha axivî:

“Lê pêwîst e partî û aliyên kurdî ne li dijî daxwaz û berjewendiyên gelê tirkmen bin. Em du gelên bira ne ku li Iraqê hatine cewisandin û rûbirûyê kuştin û mişextiyê bûne.”

Mijara erd

Berdevkê Bereya Tirkmenî diyar kir, ku piştî hilweşandina rejîma Bees, di sala 2003ê de wan hêvî dikir, ku erdê tirkmenan ên ji aliyê desthilata Saddam Husên ve hatine desteserkirin careke din bidin xwedanên wan û got: “Ev pirsgirêk bi madeya 140 dihate çareserkirin lê kurdên Kerkûkê wisa kar kirin, ku madeya 140 tenê ji bo wan e. Zevî û erdên kurdan hatine vegerandin lê wan dest danîne ser erd û zeviyên tirkmenan jî.”

Elî Mehdî daxuyand, ku wan ev mijar gihandiye cem Celal Talabanî û Nêçîrvan Barzanî, vê yekê hiştiye ku tirkmen li hember kurdan bê bawer bin.

Parvekirina kursiyên Kerkûkê

Derbarê rêveberiya Kerkûkê de Elî Mehdî destnîşan kir, ku li gorî rêkeftina aliyên Kerkûkê divê erkê serokatiya encûmena parêzgehê ya tirkmenan, parêzgarfî ya kurdan û cîgirtiya wî jî ya ereban be lê ji sala 2011ê ve serokê berî encûmenê Hesen Turan çûye Bexdayê, kursiya wî nedane kesekî din ê tirkmen.
Mehdî da zanîn, ku li Kerkûkê pirsgirêka hilbijartina civata parêzgehê heye û diyar kir: “8 parlamenterên kurd û 2 parlamenterên tirkmen li Kerkûkê hene. Gelo ma dibe ev 2 parlamenter pêşiya hilbijartinan bibin asteng? Nexêr. Li encûmena parêzgehê jî 26 birayên kurd û 9 ên tirkmen hene. Wate pirsgirêk ne kêm an jî zêdebûna rêjeyê ye, pirsgirêk yekdengî û lihevkirine. Ji ber vê kolana tirkmenan ne amade ye li gel kurdan danûstandinan bike.”

Bilindkirina Ala Kurdistan li Kerkûkê

Berdevkê Bereya Tirkmenî derbarê bilindkirina Ala Kurdistanê de jî ragihand: “Beriya bilindkirina alê, divêya lihevkirinek hebaya. Lê mixabin siyaseta aliyên kurdî ji sala 2003ê ve li dijî prensîbên lihevkirinê ye. Ji ber vê baweriya me bi partiyên kurdî nema lê em amadee ne guftûgoyê bikin.”

Elî Mehdî da xuyakirin, ku ew dixwazin KErkûk bibe herêmeke taybetî û ne bi ser Herêma Kurdistanê û ne jî Iraqê ve be.

Mehdî daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kir, ku li Kekrûkê bi wan re hevdîtnê bike û wiha peyivî:

“Bila Kak Mesûd li gel Bereya Tirkmenî li Kerkûkê rûne û neçe cem hizbên kartonî yên tirkmen. Çimkî hizbên kartonî biryarê nadin. 2 parlamenterên Bereya Tirkmenî hene û em nûnertiya tirkmenan dikin. Eger we çareserî divê, li Kerkûkê bi Bereya Tirkmenî re rûnin.”

Rudaw
Top