SILÊMANÎ – Otomobîl ajotine ser kadroyên PDKê: kuştî û birîndar hene!
Şeva derbasbûyî 14-08-207, li bajarê Silêmaniyê, şofêrekerî otomobîla xwe ajote ser kadroyên PDKê.
Li gorî agahiyan bûyer di demekê de qewimî, ku kadroyên PDKê amadekariya salvegera damezrandina partiya xwe dikirin.
Di encama bûyerê de kadroyekî PDKê canê xwe ji dest da û çend kesek jî birîndar bûn. Hate gotin, ku rewşa birîndarekî metirsîdar e.
Li gorî zanyariyên gihiştine destê Rûdawê, şofêr hatiye desteserkirin lê heta niha jî sedema vê bûyerê nayê zanîn.
Rudaw
