Jin û mêrekî alman ji bo ‘Azadiya Kurdistanê' kolan bi kolan digerin
Li gorî wêneyekî ku li ser medya civakî ya Facebookê hatiye belavkirin, pîrejin û pîremêrekî alman ku li bajarê Koln ê Almanyayê dijîn kolan bi kolan digerin û afîşên ku ‘Azadî bo Kurdistanê' li ser nivîsandî bi dîwar û darên bajêr vedikin.
Herwiha demek berê hinek ciwanên kurd ku li Almanyayê niştecihin, bi tîpên mezin trênek bi rengê kesk û sor û zer xemilandibûn û ‘Bijî Kurdistan'nivîsandibûn.
