Zêbarî: Derfeta naha bo serxwebûnê heyî carek din dubare nabe!
Îro 14.08.2017ê endamê encûmena bilind a referandoma serxwebûna Kurdistanê Hoşyar Zêbarî di panela zankoya Selahedîn ragehand, Kurdistan li gel Iraqê geheştiye astengiyên mezin, bi taybet ku naha rêveberên Iraqê behsa wê yekê dikin ku ji vê û şûnde hikûmetê bi piraniya parlamentoyê ve ango bi şîeyan dê pêkbînin.
Hoşyar Zêbarî ragehand, herçend destûra Iraqê rê ji pêkanîna referandoma serxwebûna Kurdistanê nagre, lê hikûmet û partiyên Iraqê dijatiya wan hewldanên Kurdistanê û rêgiriyê lê dikin. Dibe ku hin kesên ji kurdan jî bibînin bo dijatiya referandoma serxwebûnê. Wek rejîma Beis ku gelek kurd peyda kiribûn û li gor armancên xwe bikartanîn.
Zêbarî amaje bi vê yekê jî kir, rêveberiya siyasî ya Kurdistanê şev û roj kar bo pirsa referandomê dikin. Herçend hin hêzên navxwe û çend welatek dijatiya wê proseyê dikin û hewl didin xelkê Kurdistanê bitirsînin.
Herwaha li gor Zêbarî pêkanîna referandomê û serxwebûna Kurdistanê dawî bi Iraqê nayne û ew welat dikare li gel Kurdistanê bibe cîraneke baş.
Hoşyar Zêbarî hişyarî da ku eger referandoma serxwebûna Kurdistanê neyê pêkanîn yan jî hewldayîn bi şikestê temam bibin, wê demê careke din ev derfeta bo serxwebûna Kurdistanê dubare nabe.
Basnews
