Êrîşî xwaringeha tirkî kirin: 28 kes mirin
Ajansa AFP ya fransî ragihand, ku di nava kesên canê xwe ji dest dane, hemwelatiyekî tirk jî heye.
Li paytexta Burkîna Faso, Ouagadougouyê, grûbeke çekdaran êrîş birin ser restoranteke tirkî ya bi navê Ezîz Stenbol.
Wezîrê Ragihandinê yê Burkîna Faso Remi Dandjinou ji televîzyona dewletê re ragihand, ku di dema êrîşê de 3 kesên êrîşkar ji aliyê hêzên ewlekariyê hatine kuştin.
Dîdevanên bûyerê eşkere dikin, ku êrîşkar bi otomobîlan hatine pêş xwaringehê.
Li Burkîna Faso di Çileya 2016ê de êrîşeke hemşêwe pêk hatibû û di encamê de 30 kes hatibûne kuştin.
El Qaîde berpirsiyariya wê êrîşê li xwe girtibû.
Rudaw
