• Friday, 20 February 2026
logo

Televîzyona Fox News Kurdistan ji Iraqê cuda kir

Gulan Media August 14, 2017 Nûçe
Televîzyona Fox News Kurdistan ji Iraqê cuda kir
Televîzyona navdar ya Amerîkî, Fox News, di nexşeyê de Kurdistan ji Iraqê cuda kir.

Televîzyona Fox News, di nûçe û raportên xwe yên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê, nexşeya Kurdistanê ji Iraqê cuda dike.

Di nexşeya wê televîzyonê de, nexşeya Iraqê bûye du beş; beşek Kurdistan e ya din jî Iraq e.

Li gorî wê nexşeyê, Kurdistan ji parêzgehên Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Kerkûkê dest pê dike heta digihê Zûmar, Şingal û ji wir jî digihê Xeneqîn, Celewla.

Medyaya Amerîkî di demekî de van nexşe û raportan belav dikin ku siyaseta fermî ya Amerîka behsa yekparçebûna Iraqê dike.

Çavdêrên siyasî dibêjin, medyaya Amerîka bi belavkirina wan raport û nexşeyan zemîneya serxwebûna Kurdistanê amade dikin.

Basnews
Top