• Friday, 20 February 2026
logo

Seroka Partiya Tirkmenî: Em ji Barzanî dixwazin herî zû rêyekê bibîne

Gulan Media August 14, 2017 Nûçe
Seroka Partiya Tirkmenî: Em ji Barzanî dixwazin herî zû rêyekê bibîne
Derfeta diyarkirî ya Encumena Bilind a Referandumê bo aktîvkirina parlamentoya Kurdistanê bi dawî hat. Endameka Tirkmen a encumena referandumê jî dibêje: “Goran naxwaze parlamento çalak bibe”, daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê dike, herî zû bi aliyên siyasî re bicive û rêyekê bo aktîvkirina parlamentoyê bibîne.

Endama Encumena Bilind a Referanduma Herêma Kurdistanê û Seroka Partiya Kombûna Bê Alî ya Tirkmenî, Mona Qehweçî ji Rûdawê re ragihand: “Her çend ku li gorî daxuyaniya wan, Tevgera Goranê naxwaze Parlamentoya Kurdistanê were aktîvkirin, lê belê di heyama vê heftiyê de, Serokê Herêma Kurdistanê dê li gel aliyên siyasî yên beşdar di hikûmet û parlamentoyê de bicive.”

Seroka Kombûna Bê Alî ya Tirkmenî, Mona Qehweçî herwiha got: “Em daxwaz dikin, ku Serokê Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem li gel aliyên siyasî bicive, bi armanca dîtina rêyekê bo çalakkirina parlamentoyê.”

Mona Qehweçî tekez kir: “Êdî nabe ku xelk bo berjewendiya hinek aliyên siyasî were qurbanîkirin.”

Qehweçî herwiha endama parlamentoya Kurdistanê jî ye.
Pêştir Encumena Bilind a Referandumê, di civîna xwev ya 30ê Tîrmeha 2017ê de dema 2 heftiyan bo aktîvkirina parlamentoyê diyar kiribû, lê belê îro yekşembî 13ê Tebaxê ew dema destnîşankirî bi dawî hat û parlamento jî hêj nehatiye aktîvkirin.

Duh roja şembiyê 12ê Tebaxê jî, Tevgera Goranê di beyannameyeke 5 xalî de helwesta xwe aşkere kir û da xuyakirin, ku divê Parlamentoya Kurdistanê piştî rêkevtina siyasî ya navbera hêz û aliyên siyasî were asayîkirin û dirêjî bi karê yasadanîn û çavdêriyê bike û li ser sererastkirina yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê bo bicihkirina sîstema parlemanî ya demokratîk li Kurdistanê berdewam be.

Rudaw
Top