Nivîskarê Helebçeyî Mela Salih: Herkesê dengê ‘’Belê’’ nede xiyanetê li Kurdistanê dike!
Helbestvan û nivîskarê Helebçe Hekîm Mela Salih ragehand: ‘’Gelê me bo qonaxa dûrketina ji navendparêzî, xweserî û avakirina herêm re derbas bûye, naha jî qonaxa pêkanîna referandomê de ye û pêwîste em piştevaniyê lê bikin. Ji ber bi baweriya min her kesek deng bo serxwebûna Kurdistanê nede, xiyanetek mezin li Kurdan dike.’’
Herwaha got, rêjeya ewên ku bibêjin ‘’Belê’’ bo piştevaniya serxwebûna Kurdistanê pir zêdeye ji ya ‘’Nexêr’’ û got: ‘’Ev yek cîhê keyfxweşiyê ye, ji ber gelê Kurdistanê di dîrokê de hatiye westandin, divê em êdî îstirehetekê bidin û di bin ala Kurdistanê de bi azadî jiyan bikin.’’
Mela Salih amaje bi vê yekê jî kir, dewleta Kurdistanê dibe niştimanek aram û nimûneyek di navçeyê de. Ji ber vê ‘’Neyarên Kurdistanê bi taybet (Îran, Iraq û Tirkiye) ewqas dîrokek reş li ser me ava kirine, naha wisa hest dikin ku Kurdistan bibe dewlet, tolê ji wan em radikin, lê tolhildan di taybetmendiya kurd de tineye, ji ber em gelek lêburdeyî ango afû dikin in, û rêveberiya me jî her wisa ye.’’
Basnews
