Tevgera Goran: PDK mercên me qebûl neke, bila her yek here mala xwe
Endamê Xaneya Raperandinê ya Tevgera Goran Şoreş Hacî, beşdarî bernameya Rûdawa Îro bû û ragihand: “Di hemû şert û mercan de, ji bo çareseriya pirsgirêkan em piştgirî didin rê û rêbaza guftûgoyê. Me prensîba diyalogê pesend kiriye.”
Hacî da zanîn, ku wan bi awayeke ne rastarast bersiva daxwazên PDKê yên li ser çalakkirina parlamentoyê daye û got: “Niha top di saha wan de ye. Eger PDK xalên me pesend bike bêgumand ê pêwendiyên din jî çêbibin û rûniştin çêbibin. Lê eger pesend nekirin, wê demê bila hemû kes li mala xwe rûne û lê binere ka dê bûyer bigihin ku derê.”
Berdevkê Tevgera Goran careked in helwesta partiya xwe ya li hember giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê dubare kir û diyar kir: “Diyarkirina dema giştpirsiyê û rijdbûna li ser vê mijarê ji aliyê kesek an jî hîzbekê ve, weke sepandinekê ye li ser hemû gelê Kurdistanê. Em li gel dewleta serbixwe ne. Giştpirsî qonaxeke biçûk ê pêvajoya ragihandina dewleta serbixwe ye. Lê ji bo vê divê bingehên yasayî werin amadekirin.”
Hêjayê gotinê ye, ku duh 12-08-2017, Civata Niştimaniya Tevgera Goran bi daxuyaniyekê ragihand, ew daxwaz dikin giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê were paşxistin.
Herwiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin, ku damezrandina Kurdistana serbixwe weke hemû gelê Kurdistanê armanca Tevgera Goran e jî û hate destnîşankirin: “Referandum ji bo serxwebûnê wesîle ye. Pêwîst e ev mijar bo demeke şert û mercên guncawtir were paşxistin û ji parlementoyê re were pêşkêşkirin.”
Di daxuyaniyê de daxwaz hate kirin ku hilbijartinên giştî di dema xwe de bila werin pêkanîn û hat ragihandin:
“Piştî ku di navbera partiyên Herêma Kurdistanê de rêkeftineke siyasî were pêkanîn, divê parlemento were aktîvkirin. Tevî ku parlemento erkê xwe yê yasadanîn û çavdêriya xwe bidomîne, ji bo ku li Kurdistanê sîstema parlementeriyê were dabînkirin, divê pêvajoya guhertina yasaya serokatiya Kurdistanê berdewam be.”
Rudaw
