Spotinîk.. Amerîka dijî Referandom û serxwebûna kurdistanê nîne
Mehmûd Bozerselan şirovekarê sîyasî ê Tirk ji bo ajansa Spotinîk ragihand; Amerîkayê pêdivîya bi Kurdan hey û Waşinton dijî Referandoma Herêma Kurdistanê nîne, piştevaneka mezin a serbazî û sîyasî ji bo Kurdan dike.
Bozerselan got jî; Amerîkayê amaje dide ku piştevanîyê li Îraqeka fîdral dike lê a rast Waşinton hebûna dewleteka Kurdî a serbixwe bi baştir dizane.
Ji alîyekê din şarezayekê bernîyas ê warê serbazî ê Amerîkayê ji bo ajansa Rûsî ragihand; Kurd hêza yekanene li Îraqê û sûryê Amerîka baweryê pê dike.
Got jî; Amerîkayê pêdivîya bi Kurdan hey û beranberî wê yekê jî dê soza serxwebûnê bide, yan dê alîkarîya wan ji bo serxwebûnê bike.
Waar.tv
