• Friday, 20 February 2026
logo

Tirkiye hin parlementerên Almanî bi piştgiriya PKK tometbar dike

Gulan Media August 13, 2017 Nûçe
Tirkiye hin parlementerên Almanî bi piştgiriya PKK tometbar dike
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu dibêje, beşek ji Parlementerên Almanyayê piştgiriya PKKyê dikin.

Çavuşoglu derbarê serdana Parlementerên Almanyayê bo bingeha Încîrlikê û pêwendiyan wan ên digel wî welatî axifî. Wezîrê Derve got, di nav Parlementoya Almanyayê de ji hin partiyên çepgir parlementer hene yên ko piştgiriya PKKyê dikin. Ew parlementer hewl didin PKK ji nav lîsteya terorê derkeve. Çawa ko li Tirkiyeyê di nav CHPyê de alîgirên DHKPCyê hene bi vî awayî li Parlementoya Almanyayê jî alîgirên PKKyê hene. Çawuşoglu herwiha diyar kir ko, pêwîst e li dijî PKKyê li Ewropayê pêvajoyek nû destpê bike û remzên PKKyê çalakî û xebatên wê divê werin qedexe kirin. Rêveberên Yekitiya Ewropayê ji wî re ragihandine ko li dijî PKK belko demên pêş de pêvajoya hikûqî destpê bike.

k24
Top