• Friday, 20 February 2026
logo

Efrîn – YPGê 70ê ciwan birine leşkeriya neçar

Gulan Media August 13, 2017 Nûçe
Efrîn – YPGê 70ê ciwan birine leşkeriya neçar
YPGê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê zêdetir ji 70ê ciwanên kurd bi darê zorê dibe leşkeriyê. Çavkeniyekê ji Efrînê ji BasNewsê re aşkere kir îro di encama bi ser girtina malan de li gundewarên Efrînê YPGê gencên 18 heta 45 salî dibe leşkeriyê.

Çavkaniyekê ji BasNewsê re ragihand îro danê sibehê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi ser gundewarên Efrînê de girt û zêdetir ji 70ê kes destgîrkirine da ku wan bibe leşkeriye. Heman çavkaniyê ragihand jî YPGê li gundên weke Meydan Ekbezê, Qêsim, Kaxirê û gelek gundên din bav û navsalan li şûna lew û keçên wan digirin û dibin YPGê li herêmê yan jî tev Hêzên Parastina Civakî (HPC) dikin

Zêdetir ji 5 sala ye YPG gêncên kurd dibe leşkeriya neçar û li bereyên weke Reqqa û MEnbicê dibe şerê DAIŞê.

basnews
Top