Hikûmeta Herêma Kurdistanê "Roja Cîhaniya Ciwanan" pîroz dike
Teksta peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanê:
Em li roja 12 Tebaxê, roja cîhaniya ciwanan bi germî silavan ji ciwanên Kurdistanê re dişînin û rola wan li demên niha û pêşeroja Kurdistanê bilind dinirxînin. Her wek çawan ciwanên duhî bi xebat û tîkoşîn û qurbanî danê, Kurdistan ji sitem û dîktatoriyê rizgar kirin û îro jî li pêgehên serkridatî û rêvebirina welat xizmetê dikin û bi vê awayê hêviyeka mezin ji bo avedanî û serkirdatî û rêvebirina welat di pêşerojê de li ser destê ciwanan ava dikin.
Li demekê ku Kurdistan di qunaxeka hestiyar de derbaz dibe û gaveka dîrokî ji bo diyar kirina çaresernivîsê xwe davêje, erk û berprirsatiyeka mezintir dikeve ser milê ciwanên Kurdistanê ji bo vê yekê rola bi bandora xwe ji bo diyar kirina çarenivîsa gel û welatê xwe û her wiha bi dest anîna mafên rewa yên xwe bilîzin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bîranîna roja cihaniya ciwanan bi hemû awayekê piştîvaniya xweji bo dabîn kirina mafên ciwanan xuya dike. Her wiha li gor şiyana xwe kar dike ji bo afirandina derfetên kar kirinê û misoger kirina jîngehekê ku têde ciwan bikarin jiyaneka baştir hebin û şiyanên xwe pêş bixin û baştirîn rol ji bo avedan kirin û pêş xistin û rêvebirina welat hebin.
Dubare roja cihaniya ciwanan pîroz be
Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê
2017/08/12
