Komîteya piştgiriya referanduma Kurdistanê li Enqerê dest bi hewldanan kir
Komîteye piştgiriya referanduma Herêma Kurdistanê li Enqer di gel çend saziyan civiya. Endamên komîteyê destpêkê seredana komeleya mafê mirovan IHDê kirin. Piştî hevdîtinên xwe endamên şandê daxuyaniyek belav kirin.
Berdevkê Însiyatifa Azadî, Sidkî Zîlan di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Em derdê gelê Kurdistanê îzah dikin. belkî ji ber şertên Tirkiyê biraderên me nikarin xwe bigehînin her derê, em jî ji bo piştgriyê rola xwe ya tarixî dilîzin.”
Endamên Komîteyê di heman demê seredana Komeleya Pizşkan jî kirin û ji bo giştpiriyê piştgirî xwest.
Serokê PDK Baku, Sertaç Bucak ji Rûdawê re got:“Eleqeyeke mezin ji bo referaduma serxwebûna herêma Kurdistanê heye. Me dîtin û helwesta xwe aşkere ji wan re got. Me bi taybetî daxwaz kir ku ew bibin çavdêr.”
Komîteya piştgiriya giştpiriyê li navenda giştî ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) ji aliyê serokê partiyê Kemal Kiliçdaroglu ve jî hatre pêşwazîkirin, lê hevdîtina bi CHPê re dûrî çavê kamerayan pêkhat.
Sekreterê Giştî yê PSKê, Mesut Tek ji Rûdawê re behsa hevdîtina şandê bi Kemal Kiliçdaroglu re kir û got: “Em îro hatine vir, me bi Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel hevdtînek çêkir. Me li ser armanca referanduma kurdistanê bîrûbaweriyên xwe ji wan re aşkere kirin. bi giştî hevdîtin baş bû.”
Şandê herî dawî seredana Nûneratiya Partiya Demokrata Kurdistanê ya li Tirkiyê jî kir û bi nûnerê PDKê Omer Mîranî re civiya.
Nûnerê PDKê yê li Tirkiyê, Omer Mîranî jî diyar kir: “Rastî bi erkekî nîştimanî rabûne. Ew çi bikin kêm e ji ber erkekî niştîmanî ye. Ji bo me gellek piştivaniyeke bi hêz e. pitir xelkê me xebat dikin ku li xwe û welatê xwe xwedî derkevin.”
Di şanda komiteyê de siyasetmedarên weke Mustafa Ozcelîk, Sertac Bucak, Sînan CiftYurek, Mesut Tek, Sidkî Zîlan û çend kesayetiyên din ên kurd cih digirin.
Rudaw
