Erdogan bi hêviye pêwendî bi Almanya re baş bibin
Receb Tayîb Erdogan, Serokomarê Tirkiyê piştî nimêja înê li Stenbolê derbarê rojevê de bersiva pirsên rojnamegeran da. Da xuyakirin, bi NATO re hevdîtin hatine kirin û di vê çarçoveyê de rê hatiye dayîn ku parlamenterên Alman serdana Binkeya Konya ya bikin.
Erdogan got, mijara Konya ji Binkeya Încîrlîkê cudatir e û di vê warê Wezîrê Berevanî û Wezîrê Derve pêvajoyê dimeşînin û di arasteyeke erênî de pêwendî berdewam dikin.
Tirkiyê destûr rê nedabû parlamenterên Alman serdana serbazên xwe yên li Binkeya Încîrlîkê bikin û jiber vê Almanya serbazên xwe veguhestibûn Urdinê û di pêwendiya her du welatan de alozî derketibû
K24
