• Friday, 20 February 2026
logo

Civata Giştî ya Goranê civîna ligel PDKê pesend kir

Gulan Media August 12, 2017 Nûçe
Civata Giştî ya Goranê civîna ligel PDKê pesend kir
Civata Giştî ya Tevgera Goranê civîna ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pesend kir û tekez kir ew amade ne danûstandinan bikin.

Îro Civata Giştî ya Tevgera Goranê li ser babetan civiya, ji nava wan jî gotûbêjkirina referandûmê, asayîkirina parlemento û civîna ligel PDKê.

Piştî civînê, medyayê ser bi Tevgera Goranê belav kirin, Serokê Civata Giştî ya wê tevgerê Reûf Osman amaje bi wê kiriye, Civata Giştî û Tevgera Goranê danûstandinan bi xebata siyasî dizanin.

Got jî: “Herdem di nêrîna me de ew heye, ku her aliyek gavekê wer pêş, em jî têne pêş, bi merca guftûgo di berjewendiya giştî de be, amade ne ji danûstandinan re.”

Serokê Civata Giştî amaje bi wê jî kiriye, yekrêziya niştimanî pirseke girîng e, pêwîst e yekrêziya navmala Kurdî hebe, bo navçe ji pirsgirêk û aloziyan dûr bibe.

K24
Top