• Friday, 20 February 2026
logo

Goranê bertek nîşan da: Rabûn Meirûf nûneratiya siyaseta me nake

Gulan Media August 11, 2017 Nûçe
Goranê bertek nîşan da: Rabûn Meirûf nûneratiya siyaseta me nake
Fraksyona Goranê di Parlamentoya Kurdistanê de derbarê beşdarbûna parlamenterekî vê tevgerê di eniya li dijî referanduma Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da û ragihand, beşdarbûna wî parlamenterî di vê kampînê de, ne siyaseta Goranê ye û ew parlamenter ji siyaseta fraksyonê derketiye.

Roja sêşembiya vê heftiyê 8ê Tebaxa 2017ê, li bajarê Silêmaniyê kampînek li dijî referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê hat ragihandin û di wê kampînê de, damezrandina encumenekê bi navê Na Di Niha De jî hat ragihandin û parlamenterê Goranê, Rabûn Meirûf weke berdevkê wê encumenê hat diyarkirin.

Encumena kampîna Na Di Niha De di daxuyaniya xwe de ragihandiye, ku ew hewl didin, ku dengê Na di referanduma roja 25ê Îlona 2017ê de piraniyê bi dest bîne.

Li hember beşdarbûna parlamenterê Goranê, Rabûn Meirûf di kampîna li dijî referanduma Herêma Kurdistanê de, Fraksyona Tevgera Goranê li Parlametoya Kurdistanê daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir.

Di daxuyaniyê de ku duh çarşembiyê hatiye belavkirin, tê gotin: “Heyamek e ku parlamenterê Fraksyona Goranê, Rabûn Meirûf, hin tevgerên siyasî dike, ku berovajî siyaseta Fraksyona Tevgera Goranê di Parlamentoya Kurdistanê de ye.”

Fraksyona Goranê daye xuyakirin, ku helwest û nêrnînên Rabûn Meirûf nûneratiya siyaset û helwesta Tevgera Goranê û fraksyona parlemanî ya vê tevgerê nakin, belku tenê nêrînên wî yên kesane ne.

Di daxuyaniyê de li ser helwest û reftarên Rabûn Meirûf wiha hatiye gotin: “Em ji Fraksyona Goranê di Parlamentoya Kurdistanê de radigihînin; ku ew reftarên navborî ti pêwendiyek bi Tevgera Goranê re nîne û ji siyaseta fraksyonê derketiye û hemû ew axavtinên ku kirin jî û yên ji niha paş ve jî dike, nûneratiya nêrîna Fraksyona Tevgera Goranê nake û nêrîna wî bi xwe ye.”

Fraksyona Goranê derbarê helwsta fermî ya xwe de jî dibêje: “Nêrîn û helwesta Fraksyona Goranê li ser mijarên siyasî, tevî mijara referandum û serxwebûnê jî, di beyanname û daxuyaniyên fermî yên Tevgera Goranê de tê radigihandin.”
Top