Serok Barzanî: Armanca referandumê serxwebûne
Di vê hevpevyîna han de Serok Barzanî behsa gelek babet û mijarên girîng kiriye û herwiha çend peyam jî pêşkêşî welatên cîran û derdorê kiriye.
Pirs: Pêwendiyên we bi Misrê re di çi astekî de ne?
Bersif: Konsolxaneya Misrê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê heye. Em bi wê yekê şanaziyê dikim û pê kêfxweş in. Em hêvîdar in pêwendiyên me berdewam bin, bihêz û baştir bibin.
Pirs: Ti hemahengiyek di navbera we û Qahîrê de heye li ser referandomê, ku dê Îlona îsal were encamdan?
Bersif: Me konsolê giştî yê Misrê û tevahiya nûnertiyên welatên din re ragihandiye ku emê referandomê bikin. Helbet emê nûnerên fermî û ne fermî yên Misrê him bo bo çavdêrîkirina referandomê gazî bikin him jî bo ku dema hevdîtinên me û Bexdayê li ser referandomê dest pê kirin, alîkariya me bikin.
Pirs: Pêwendiyên we bi Serok Ebdulfetah Sîsî (Serokê Misrê) re çawanin? Gelo niyeta we nîne di demek nêzîk de serdana Misrê bikin?
Bersif: Misra mezin xwedan rol û pêgeheka girîng û pêşeng e li Rojhilata Navîn. Em her dem hewl didin ku pêwendiyên me bi rêzdar serok Ebdulfetah Sîsî û Misrê re bihêztir bibin. Bi kêfxweşî emê di demek nêzîk de serdana Misrê bikin.
Pirs: We ji ber çi sebeban biryar da referandoma serxwebûnê encam bidin?
Bersif: Ji roja ku dewleta Iraqê hatiye avakirin ve heta niha, ti zemîn û şertên ku du miletên serekî (kurd û ereb) mîna du şirîkên rast bi hev re bijîn, nemane. Iraqê her dem bi me re mîna neyar û dijmin reftar kiriye. Bi çekên kîmyayî li me dan, em enfal kirin. Jixwe hûn dizanin di operasyona Enfalê de zêdetirî 180 hezar welatî bûn qurbanî, ev ji bilî wêrankirina 4500 gundên Kurdistanê ye. Piştî 2003 em li bendê bûn rewş baştir bibe lewma em çûn Bexdayê da ku em bi hev re dewleteka şirîk ava bikin û ziyana ku li mirovan ketiye, qerebû bikin. Lê rayedarên Bexdayê di heyama 14 salên borî de nekarîn nîşan bidin ku ji yên din baştir in. Wan jî siyaseta yên berê domandin, ev yek bi qutkirina bûdceya Kurdistanê îsbat kirin. Me ji Bexdayê re got ku ev siyaset dibe sebeba wê ku xelkê Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê bikin pêwendiyên xwe bi Bexdayê re biguherîne û bo serxwebûnê xebat bike û êdî statû ji şirîkatiyekî sernekeftî derbasî statûya cîranekî serkeftî bibe.
Pirs: Li ser armancên referandomê hûn çi dibêjin?
Bersif: Tenê yek peyv e ew jî serxwebûn e.
Pirs: Gelo pêwendiya biryara referandomê bi bûyerên ku li Rojhilata Navîn diqewimin re heye?
Bersif: Helbet heye. DAIŞê êrişî kurdan kir li Sûriye û Iraqê, çend bajarokên Herêma Kurdistanê dagîr kir û xwast êrişî Hewlêr, Kerkûk û Duhokê bike. Ew dorpêça ne rewa ya aborî ya ku ji aliyê Bexdayê li ser Kurdistanê hatibû sepandin, rê da DAIŞê ku êriş bike çimkî qesta wê dorpêça aborî lawazkirina Pêşmerge bû. Bexdayê jî Herêma Kurdistanê piştguh xist, metirsiya şerê mezhebî jî hebû li Iraqê. Ji ber van sebeban me biryar da referandomê bikin.
Pirs: Gelo di navbera kurdên Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyê de li ser xeyala dewleta kurdî ti tifaqek heye?
Bersif: Hemû gelê kurd çavên wan li wê yekê ye ku mafê çarenivîsa xwe bi dest bînin da ku biryar bidin çawa bi wî welatê ku tê de dijîn re bimînin, ev li gorî peymana şûm ya Sayks-Pîko ye. Gelê me biryara referandomê daye da ku şêwaza pêwendiyên xwe bi birayên iraqî re kifş bikin. Helbet referandoma me ti pêwendiyek bi birayên me yên li beşên din yên Kurdistanê re nîne. Em piştevaniya çareserkirina arîşeyên wan dikin bi awayekî aştiyane û demokratîk.
Pirs: Gelo we hizra bertekên Iraqê li hember referandomê kiriye?
Bersif: Nexêr, qet. Ez û hevakarên xwe bo wê tişta ku gelê me dixwaze, kar dikin. Emê bi Bexdayê re jî li ser vê mijarê yanê referandom û serxwebûnê hevdîtin bikin çimkî ti rêyeka me ji bilî diyalog û pêkvejiyana aştiyane nîne û nemaye.
Pirs: Hûn li ser helwesta Tehran, Enqere û Bexdayê, ku dibêje em encamên referandomê qebûl nakin, çi dibêjin?
Bersif: Em mafê xwe bicîh tînin, vê yekê jî bi awayekî mirovî û demokratîk û modern dikin. Eger rêz li peyman, mafên mirov û gelan bê girtin wê çaxê em bawer nakin cîhan dijîtiya vê yekê bike. Em şerê ti kesî nakin, herêma me ji sala 1991 ve serbixwe ye û şiyana xwe jî îsbat kiriye ku dikare pêwendiyên baş û pozîtîf bi cîranên turk, îranî, sûrî û iraqî re çêbike. Bi qasî ku em dizanin ew ne li dijî referandomê yan jî encamên wê ne, tenê hinek fikarên wan hene.
