HDP banga hevgirtinê li CHP dike
Parlementerê HDPyê Sirri Sureyya Onder di hevpeyvînekê xwe de dibêje li gor sîstema nû ya Tirkiyeyê divê ji sedî 50î zêdetir deng were bidestxistin. Ji ber vê yekê hevgirtina HDP, CHP û aliyên din ên demokrasiyê merc e. Parlementerê HDPyê herwiha diyar dike ko hevgirtina HDP û CHPyê divê desthilatdariya rêvebirina Tirkiyeyê ji xwe re bike armanca sereke û li gor wê xebat bike. Ger hevgirtinek bi vî awayî pêk neyê dê dahatûya Tirkiyeyê xirab be.
Berî niha çend rojan Hevserokê HDPyê Selahattîn Demîrtaş jî banga hevgiritina hêzên demoktratîk ên Tirkiyeyê kiribû.
K24
