Muqteda Sedir: Hikûmeta Malikî wisa kir ku kurd hizara serxwebûnê bikin
Muqteda Sedir, ku yek ji mezinên şîeyên Iraqê ye, ji rojnameya erebî ya Şerq El Ewset re behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê kiriye û gotiye, xozî referandom hatiba paşxistin ji ber ku em dixwazin bi kurdan re bijîn.
Rêberê bizava Sedir her wiha gotiye, siyaseta hikûmeta berê ya Iraqê (qesta wî hikûmeta Nûrî Malikî ye) bû sebeb ku kurd biryara referandomê bidin û hizra serxwebûnê bikin.
Wî mezinê şîeyan li ser Heşda Şeibî jî gotiye, nabe tu artêş li Iraqê hebin ji ber wê jî divê Heşda Şeibî bi temamî tevlî artêşê bibe û bikeve bin fermana hikûmetê.
Muqteda Sedir li ser tifaqa bi serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serokê encumena bilind ya îslamî ya Iraqê Emar Hekîm re jî gotiye, ti astengiyel li hember wê tifaqê nîne.
Basnews
