• Friday, 20 February 2026
logo

Du kolberên din ji aliyê pasdaran ve hatin kuştin

Gulan Media August 11, 2017 Nûçe
Du kolberên din ji aliyê pasdaran ve hatin kuştin
Du kolberên din yên Kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.
Şeva borî li devera sînorî ya Dol Meydanê li devera Kêla Şîn li nêzîkî bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, komek kolber rastî êrîşa pasdaran hatin.
Li gorî jêderan di wê bûyerê de du kolberên din yên kurd hatine kuştin.
Pêr şev jî kolberekî kurd li heman deverê rastî êrişa pasdaran hat û birîndar bû. Ew kolberê kurd niha li nexweşxaneya bajarê Şino tê dermankirin lê tê gotin ku rewşa wî baş nîne.
Top