• Friday, 20 February 2026
logo

Demîrataş: Divê aliyên demokrasî li hember AKPê bên ba hev

Gulan Media August 10, 2017 Nûçe
Demîrataş: Divê aliyên demokrasî li hember AKPê bên ba hev
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş bang li hemû alîgirên Demokrasiyê dike ku, di çarçoveya bernameyek hevpar de li hember AK Partî werin ba hev.

Nivîskarê rojnameya Evrensel û parêzer Kamîl Tekîm Surek, li Girtîxaneya Edîrne serdana Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş kir û derbarê hevdîtina xwe de agahî dan.

Da zanîn, di serdanê de Demîrtaş gotiye, li Parlamentoyê çi gotine heman tişt li derve jî gotine û lê jiber wan gotinan niha tên dadgehkirin.

Her weha da zanîn, divê eniya demokrasî bi awayek aşkera bikare bêje dixwaze çi bike û bernameyek hevkar çê bike. Kesên dibêjin dema AKP ji desthilatê bikeve dê bêkar bimînin, dikan bên daxistin, nikare kirê xwe bide bên aramkirin ku dema AKP biçe dê bigihên maf û azadiyên xwe, nanê wan zêde bibe, zarokên wan bibin xwedî kar û bazar geş bibe.

Her weha Demîrtaş xwest, hemû aliyên demokrasî beşdariya civîna giştî ya CHPê bibin ku li Çanakakelê bi navê dadê tê darxistin.

K24
Top