Konsulê Tirkiyê: Pêwendiyên me û Hewlêrê dê berdewam bin
Mehmet Akif Înam di vekirina ofîsa konsulxaneya Tirkiyê ya li Duhokê de diyar kir, ku pêwendiyên Tirkiyê yên li gel Herêma Kurdistanê weke berê berdewam e û ti pirsgirêkek tine ye û got: “Li ser giştpirsiyê, me berê helwesta xwe nîşan da û me ji rayedarên Herêma Kurdistanê re ragihandiye ku ev ne biryareke rast e.”
Li ser bandora giştpirsiyê ya di derbarê pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqerê de Înam aşkere kir: “Helwesta Tirkiyê heta niha li ser asta pêwendiyên siyasî û aborî arîşeyek dernexistiye û hemû tişt her roj weke xwe berdewam e. Pêwendiyên me jî bi heman şêweyî ye û kanalên dîplomasî û gotûbêjê her heye.”
Îro roja çarşemê 9ê Tebaxa 2017an li Duhokê ofîsa konsulxaneya Tirkiyê hate vekirin û êdî hemwelatî ji bo wergirtina vîzeyê pêwîst nake serdana Hewlêrê bikin û ev jî ji bo welatiyên li Duhok û Zaxoyê hêsankariyeke mezin e.
Rudaw
