• Friday, 20 February 2026
logo

Fraksiyonên Kurdistanî ji civîna parlementoya Iraqê vekişiyan

Gulan Media August 9, 2017 Nûçe
Fraksiyonên Kurdistanî ji civîna parlementoya Iraqê vekişiyan
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragihand, ji ber nakokiyên li ser xalekê di biryara paşxistina hilbijartinên encûmenên parzgehên Iraqê, nakokî kete navebera fraksiyonên Kurdistanê û firaksiyonên din yên Iraqê, ji ber wê sedemê jî, civîna parlementoya Iraqê hat paşxistin.

Parlementera Kurd Eşwaq Caf ji K24ê re got jî, nakokî li ser xalekê ya yasaya hilbijartina encûmenên parêzgehên wek Mûsil û Kerkûkê çê bû. Loma fraksoyên Kurdistanî ji rûniştina parlementoyê vekişiyan.

Ev jî piştî wê yekê hat, ku di rûniştina îro ya parlementoya Iraqê de, hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê ji bo sala bê hate paşxistin.

K24
Top