• Friday, 20 February 2026
logo

HSD: Ji sedî 60ê Reqayê di destê me de ye

Gulan Media August 9, 2017 Nûçe
HSD: Ji sedî 60ê Reqayê di destê me de ye
Ofîsa Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ragihand, ku ji sedî 60ê bajarê Reqayê ji destê çekdarên DAIŞê hatiye derxistin û niha hêzên wan di beşê duyemê yê bajarê Reqayê de şer dikin. HSD eşkere dike, sîvîl weke mertalên zindî tên bikaranîn û ev jî pêşveçûna hêzên wan asteng dike.

Zanyariyên herî nû yên derbarê şerê Reqayê û pêşveçûnên HSDê de li Baregaha Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Eyn Îsa ya li parêzgeha Reqayê tên civandin.

Li gorî zanyariyên ku gihiştine vê baregehê, şerê bajarê Reqayê ketiye qonaxa duyem de, piştî ku ji sedî 50 yê bajêr hatiye kontrolkirin.

Rêvebirê ragihandina HSDê Mistefa Balî di vê derbarê de got: " Piştî ku ji sedî 50ê ji bajêr hatiye rizgarkirin, niha hêzên me li beşê duyem ê Reqayê şer dikin,. Em dikarin bibêjin ku şer ber bi navenda bajêr ve diçe. Hîn hinek çekdarên rêxistina terorîst li taxên sereke yên weke Nezlet Şihadê û Hîşam Bin Ebdilmelik de mane û hinek sivîl jî li wir asê mane. Yekîneyên me yên taybet hewl didin sivîlan bi şêweyekî pisporane ji wir derbixin."

Li gorî Rêvebirê Ofîsa ragihandina HSD, ji bo rizgarkirina sivîlan, hêzên wan qurbaniyan didin, ji ber ku bi gotina wî, çekdarên DAIŞê sivîlan wekî mertalên zindî bi kar tînin û ev yek jî pêşketina hêzên HSD hinekê asteng dike.

Mistefa Balî diyar kir: “Îro bi xwe, bi dehan sivîl hatin derxistin. Hêzên me rastî gullebaranê bûn, du şervanên me birîndar bûn, hinek sivîl jî birîndar bûn. Hebûna van sivîlan û bikaranîna wan wekî mertal ji aliyê terorîstan ve, hokerên sereke yên astengkirina pêşketina hêzên me ne, lê bi giştî em dikarin bibêjin ku ji sedî 60ê bajarê Reqayê rizgarkirî ye."

Li gorî daxuyaniyên berpirsên leşkerî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê, derdora 2 hezar çekdarên DAIŞê di nava bajarê Reqayê de mane.

Ji ber ku ew bi temametî di nava bajêr de hatine dorpêçkirin, şer û pevçûnên dijwar di navbera şervanên HSDê û wan çekdaran de berdewam in.

Pir caran jî çekdarên DAIŞê otomobîlên mînkirî bi kar tînin da ku pêşketina şervanên HSD asteng bikin.

Rudaw
Top